Di rêûresmeke berfireh de li bajarê Silêmaniyê, xelata zêrîn a “Bile” bo sal 2023 a Zayînî, bi 9 kesayetiyên Kurd re hate pêşkêşkirin.
Roja Şemî 30ê Banemera 1402 a Rojî, di rêûresmeke berfireh de li hola huner a bajarê Silêmaniyê, xelata zêrîn a “Bile” bo sala 2023yê, bi 9 kesayetiyên Kurd re hate pêşkêşkirin ku “Ako Celîliyan” yek ji wan nivîskaran bû ku hate xelatkirin.
Her wek resma her salê, Rêkxirawa “Îbrahîm Ehmed Fawideyşin” di rêûresmekê de xelata “Bile” ku nasnavê siyasetmedar, parêzer, nivîskar û rojnamevan “Îbrahîm Ehmed” e, bi çend kesên bijartî re tê bexşîn.
Ako Celîliyan, sala 1970an a Zayînî, li gundê “Serçem” ê ser bi devera “Hilêran” a parêzgeha Îlamê ji dayîk bûye û di temenê du saliyê de li bajarê “Şabad”ê niştecî bûye.
“Ako Celîliyan” nêzî 30 sal ji temenê xwe terxanê komkirina peyvên resen ên Kurdî li hemû deverên “Kirmaşan, Kelhur, Lur û deverên din ên Kurdistanê” kiriye û zêdetirîn peyvên Kurdî ên xelkê wan deveran kom kiriye û li Ensîklopedya ya bi navê “Kurdîka”yê de tomar kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku “Ferhenga Başûr” ku 45 hezar peyvên Kurdî yên deverên “Kirmaşan, Îlam û Luristan”ê li xwe girtiye, Komele çîroka “Rengame”, romana bi zareveya Kirmaşanî ya “Agir Melûç”, Zerîne û Sîmîne, Tarîkxane, Gencîneya Zaraveyên Îraniyan, Ensîklopedyaya “Kurdîka”, beşek ji berhemên “Ako Celaliyan” in.