Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îlamê çalakvanekî çandî hate girtin

10:18 - 22 Gulan 2023

Roja Yekşemî 31 Banemerê, çalakvanekî çandî yê bi navê “Hêja Umîdî”, yê xelkê bajarê “Melekşa” yê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di raporekê de daye zanîn, “Hêja Umîdî” yê temen 35 salî, bi bê hebûna belgên yasayî li bajarê Îlamê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin.

“Hêja Umîdî”, derçûyê bawernameya masterê di warê zanista siyasî de ye û sala borî jî, di meşa serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.

Heta vê gavê, ji sedema girtin û tohmetên hatinî sepandin bi ser navbirî de, ti zaniyariyek ber dest nîne.