Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakvanên kedkarî li Banê, sizayê girtîgehê bi ser wan de hate sepandin

10:38 - 22 Gulan 2023

“Fatîh Mecîdî”, mamosteyê derkirî ji beşa perwerdê û “Seîd Mihemedî”, çalakvanê kedkarî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Banê, her yek ji wan sizayê 4 meh girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.

Pêka nûçeya Encumena Zîndaniyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, li çend rojên borî de, du çalakvanên kedkarî yên xelkê bajarê Banê yên bi navên “Seîd Mihemedî û Fatîh Mecîdî”, ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Banê, her yek ji wan sizayê 4 meh girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.

Tohmetên ku dadgeha rejîmê bi ser wan de sepandiye ev in: “Endamê yek ji hizbên Kurdî yên dijberê rejîmê û propagende li dijî rejîmê”.

“Seîd Mihemedî û Tafîh Mecîdî”, roja Yekşemî 6ê Banemera 1401an jî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibûne girtin û piştî du meh binçavkirî di girtîgeha rejîmê û bin lêpêçînê de, bi barimteya giran hatibûne berdan.