Xwefiroş û bi kirêgirtiyên rejîma Îranê li pîlaneke nû de, bi kincên pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û alaya Kurdistanê, li deverên Kurdistanê digerin û daxwaza alîkariya malî ji xelkê dikin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye Navenda Teşkîlat a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, xwefiroşên xwecihî û bi kirêgirtiyên rejîmê, bi kincên pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û alaya Kurdistanê, li deverên Urmiyê digerin û daxwaza alîkariyê ji xelkê dikin.
Di wan çend şevên derbasbûyî de, bi kirêgirtiyên rejîmê çûne nav gundên devera “Dizeya Dolê” ya ser bi bajarê Urmiyê û li gundê “Derbend”ê daxwaza alîkariya malî ji xelkê kirine û dixwazin bi vê yekê, bo xelkê pirsgirêkan çê bikin.
Hêjayê gotinê ye ku midehek berî niha jî, Navenda Teşkîlat a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê rû bi xelkê Kurdistanê, bas ji pîlanên rejîma Îranê kiribû û ragihandibû ku hêzên rejîm bi liberkirina kincên pêşmergên Hizba Demokrat û alaya Kurdistanê, di nav deverên Kurdistanê de digerin û dixwazin bi vê rêyê, bo xelkê nîştimanperwer ên Kurdistanê pirsgirêkan çê bikin.