Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama kêmtir ji salekê de li Îranê nêzî 28 hezar keçên jêr 15 salî zewicîne

11:33 - 22 Gulan 2023

Ji demsala Zivistana 1400ê heta ve heta demsala Payîza 1401 a Rojî, di Îranê de nêzî 28 hezar keçên kêm temen ên jêr 15 salî, li deverên cuda ên Îranê de zewicîne.

Pêka rapora Navenda Amarî ya rejîma Îranê, Ji demsala Zivistana 1400ê ve heta demsala Payîza 1401 a Rojî, zêdetir ji 27 hezar û 448 haletên zewaca keçên jêr 15 saliyê li deverên cuda ên Îranê hatine tomarkirin.

Piraniya keçên kêm temen ku dizewicin, di wî temenê xwe yê kêm de dibin bi dayîk û pêka dawî amarên Saziya Tomarkirina Barê Kesayetiyê, di sala 1400 a Rojî de, zîdetir ji 69 hezar û 103 zarok ji dayîkên temenê 10 heta 19 salî hatine dinyayê, û 1,474 zarok jî, ji dayîkên temen 10 heta 14 salî ji dayîk bûne.

Zewaca keçên kêm temen, curek azadana zayendeyî ye û yasayên rejîma Îranê tevî ku rêgirî ji zewaca keçên kêm temen nake, berpirsên rejîma Îranê propagende bo zêdetirkirina pêkanîna jiyana hevpar dikin.

Rêjeyeke zêde ji zewaca keçên kêm temen ku bi sedemên cuda ên wek zewaca bi zorê û bi armancên cuda têne zewicandin, lê ew amare heta niha nehatiye tomarkirin.