Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêrana: 108 kombûnên nerizayetî di meha Banemera îsal de li dijî rejîmê hebûne

12:41 - 22 Gulan 2023

Hêranayê li ser beşên “bidarvekirin, azadiya gotin, girtîgeh, kêmîneyên olî û netewî, mafê zarokan, jinan, tendirustî û jîngeh, kedkar û kasibkar, tundûtîjiya ji aliyê beşên leşkerî û dadwerî û ewlehiyî yên rejîma Îranê ve, di meha Banemera îsla de raporek belav kir.

Di rapora mehane ya Hêranayê de li derheq bidarvekirina girtiyan di girtîgehên rejîmê de hatiye: “Di meha Banemera îsal de nêzî 114 haletên bidarvekirinê hatine tomarkirin ku pêka heşîmeta Îranê, pileye yekem li bidarvekirina xelkê di cîhanê de ye.

Hêranayê ragihandiye, di warê azadiya gotinê de jî, 10 kes ji aliyê dadgehên rejîmê ve hatine cezadan.

Di girtîgehên rejîmê de haleteke canjidestdan bi sedema pêranegihîştina pizîşkî, haleteke lêdan û kutan, 17 haletên nexuyabûna qedera wan di girtîgehê de û bêparbûna 3 binçavkiriyan ji mafê hevdîtin digel malbatên xwe û 4 haletên bêparbûn ji mafê derman û çareseriya pizîşkî, ji aliyê Hêranayê ve hatine tomarkirin.

Herwisa binçavkirin û veguhastin bo cihên nexuya ya 9 zarokan ji aliyê hêzên ewlehî ve bi sedema birêvenebirina “hicaba bi zorê” hatine tomarkirin û haletek banghêjkirina zarokeke 17 salî bo dadgehê hatiye tomarkirin.

Di beşa kedkarî û sendîkayan de, 37 halet ji bûyerên kar ku 22 birîndarbûn û 16 canjidestdan li xwe giriye, hatine tomarkirin.

Herwisa 108 kombûnên nerizayetî, 4 haletên derxistin li ser kar, 10 haletên binçavkirin, 3 haletên sepandina cezayê girtîgehê û dayxistina 135 yekeyên pişeyî di vê mehê de ji aliyê Hêranayê ve hatine tomarkirin