Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salek girtîgeha ragirtî bi ser mamosteyekî olî yê Kurd de hate sepandin

16:28 - 22 Gulan 2023

Mamosteyê olî yê Kurd û yê bi navê “Madih Keremî”, li Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li bajarê Hemedanê, salek girtîgeha ragirtî (te`ilîqî) bi ser de hate sepandin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 31ê Banemerê, Mamoste “Madih Keremî”, mamosteyê olî û pêşnimêjê Mizgevta gundê “Hûye” yê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê, salek girtîgeha ragirtî bi ser de hate sepandin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, ew mamosteyê olî yê Kurd piştî bi dawîhatina kombûnên dadgehê û birîna ceza ji bo wî, bi danîna barimteyê hatiye berdan.

Navbirî roja Duşemî 26ê Befranbara 1401 a Rojî, bo dadgeha rejîmê li bajarê Şuwêşeyê hatibû gazîkirin û karbidestên dadwerî yên rejîmê bi mamoste “Madih Kerem” re dabû zanîn ku, dosyeya wî bi tohmetên “propagende li dijî rejîmê, piştevanî ji xwenîşanderên serhildana Jin Jiyan Azadiyê, têkdana asayişa giştî û xapandina hizira giştî” ji bo dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatiye şandin.