Xwedêjêrazî Hecî “Sidêq Nadirî” bavê şehîdê Kurdistanê “Hatem Nadirî” û xelkê gundê “Derbend” ê ser bi devera “Dol” a bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Navbirî kesayetiyek xweşnav û cihê bawera xelkê bû ku heta demên dawî yên jiyana xwe emegnas û hogirê pêşmergan bû.
Şehîd “Hatem Nadirî”, jidayîkbûyê sala 1347an a Rojî, li 6ê Pûşpera 1365an a Rojî, li şer û pevçûnekê digel hêzên rejîma Îranê li “Berdespiyan”ê hate şehîdkirin û tirba wî şehîdê Kurdistanê li gundê “Şabitan” e.
Mala Xwedêjêrazî Hecî “Sidêq Nadirî” hertim cihê pêşmergên Hizba Demokrat bû û hêviya navbirî, gihîştina Hizba Demokrat bi armancên netewî bû.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje, malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî Hecî “Sidêq Nadirî” û xwe bi hevparê xema wan dizane.