Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merîwan; Ciwanek Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

10:25 - 23 Gulan 2023

Di berdewamiya girtina ciwanên Kurd ji aliyê hêzên rejîm Îranê ve, roja Yekşemî 31ê Banemerê, ciwanek Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê li derdora gola Zirêbar a vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate binçavkirin.

Pêka ajansên mafê mirovî yên Kurdistanê, “Umîd Felahî” yê 20 salî û kurê Avat û xelkê bajarê Merîwanê, bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li derdora gola Zirêbara bajarê Merîwanê hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ji sedema girtina wî ciwanê Kurd, ti zaniyariyek ber dest nîne.