Kesên derfetçî û dije jîngeh ji birîn û jinavbirina daristanên devera Serdeştê berdewam in.
Pêka wêneyên ku bo tora medyayî ya “Kurd Channel” hatine şandin, mafiyayên daristanan û kesên derfetçî li devera Serdeştê daran dibirîn û bi birîna daran bazirganiyê bi jîngeha Kurdistanê ve dikin.
Dijminên jîngeha Kurdistanê, vê carê li Serdeşt û devera kangeha keviran li ser rêya Serdeşt bo Şelmaşê, bi birîna darên bitemen û kevin yên vê deverê şirûşta vê deverê têka dane.
Hêjayê gotinê ye ku mafiyayên daristanan li piraniya deverên Kurdistanê bi hevkarî û piştevaniya hêzên rejîmê ji têkdan û birîna darên Kurdistanê berdewam in û dixwazin bi hemû awayekî sirûşta Kurdistanê ji nav bibin.