Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gemiyên ticarî wek gemiyên şer bi kar tîne

11:10 - 23 Gulan 2023

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê di civînekê de gotiye, ku rejîma Îranê ji gemiyên ticarî wek binkeyeke teror a li ser avê bi kar tîne û cebilxane û hêzan xwe bi vê rêyê ve vediguhaze û ew gefek li ser ewlehiya veguhastinê ye.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê “Yûav Galant” li civîna navenda lêkolîn a zanîngeha “Rayxmen”ê de, rejîma Îranê bi tawanbar nas kir ku gemiyên ticarî wek gemiyên şer bi kar tîne û li ser wan gemiyan ku hinek ji wan çend hezar ton kêşa wan e, cihê avêtina mûşekan, dironan û sîstemên pêşkevtî ên êrîşkirinê çê kirine û herwisa bo veguhastina cebilxane û hêzên leşkerî jî bi kar tîne.

Herwisa “Yûav Galant” gotiye, rejîma Îranê wan gemiyên ticarî wek binkeyeke teror a ser avê bi kar tîne û ew gefeke terorîstî li ser hêlên veguhastina deryayî ya Kendav, deryaya Eman, deryaya Hind, deryaya Sor û deryaya Naverastê ye.

Li gorî Wezîrê Berevaniya Îsraîlê, “tenê bi hevkariya navdewletî û avakirina hevpeymaniya li dijî terorîzma ku ji aliyê Îranê ve tê kirin, dibe ku li hember Îrana ku weke bandên çeteyan reftarê dike, rawestin”.

Herwisa navbirî gotiye ku hewce ye li erd û esman û deryayan de rejîma Îran bibe armanca êrîşên leşkerî.