Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Damxan; Teqînek di binkeyeke Spaha Pasdaran de qewimî û 5 terorîst hatine kuştin û birîndarkirin

09:38 - 3 Gulan 2023

Êvareya roja Sêşemî 12ê Banemerê, li binkeyek Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Damxana Simnanê de teqînek bi guman qewimî û 5 terorîstên Spaha Pasdaran hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêwendiyên Spaha Pasdaran a bajarê Damxanê di nûçeyekê de ev yeka piştrast kiriye ku teqînek li navenda "Amadekarî û Piştevan"iya Spaha Pasdaran li derdora Damxanê rû daye û di encamê de du çekdarên wê saziyê yên bi navên "Cemal Şebistanî û Elî Elîhusênî" hatine kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûne.

Spaha Pasdaran îdia dike ku hêzên wan di dema cudakirin û veguhastina cebilxaneyan de li navenda Amdekirin û Piştevaniya Damxanê hatine kuştin û birîndarkirin.

Lê hin çavkaniyên nûçeyî, wê teqînê bi êrîşa dironên hûr didine zanîn.

Damxan bajarek li parêzgeha Sêmnanê û li bakurê rojhilatê Îranê hilkevtî ye