Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê dorpçên nû xiste ser Îranê

11:32 - 23 Gulan 2023

Yekîtiya Ewropayê 5 berpirsên rejîma Îranê û 2 rêkxirawên ser bi Spaha Pasdaran xiste nav lîsteyê tehrîman.

Roja Duşemî 1ê Cozerdana 1402 a Rojî, Yekîtiya Ewropayê li berteknîşandana xwe li hember bidarvekirina xwenîşanderên binçavkirî li Îranê û binpêkirina berdewam a mafê mirovî, 2 rêkxirawên girêdayî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ên bi navên “Rêkxirawa Besîca Xwendekarî û Damezraweya Te`avuniya Spaha Pasdaran”, tehrîm kir.

Herwisa Yekîtiya Ewropayê, fermandeyê Yekeya Piştevanîkirin a Tehran “Selam Adînwend”, Berpirsê Şêwreya Bilind a Torên Civakî “Mihemedemîn Aqamîrî”, Dadstanê Sîrcanê “Muhsin Nîkwerz”, Cihgirê Çavedêrî yê Cihên Giştî yê Polîsê Tehranê “Nadir Muradî” û Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Întizamiya Îranê “Seîd Elmûntezir Elmehdî”, tehrîm kir.

Di vê derheqê de, berê jî Wezîra Derve ya Almanê “Analîna Bêrbok” ragihandibû, ku dê rêjeyeke zêdetir ji endamên Spaha Pasdaran li listeyê dorpêçan zêde bikin”.

Herwisa navbirî bi tekezî ve gotibû, “ew dorpêçane wê rastiyê dide selimandin ku em wek Yekîtiya Ewropayê, piştevanî ji xelkê Îranê dikin”.

Wezîra Derve a Almanê tevî îşarekirin bi binpêkirina mafê mirovî li Îranê, got: “Binpêkirina mafê jinan li Îranê bi sedema hicaba bi zorê û jehrîkirina dersxwana li Îranê, bi ti awayekî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve nayê qebûlkirin”.