Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna kombûnên nerizayetiyê li Kurdistan û Îranê

11:35 - 23 Gulan 2023

Di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê, roja derbasbûyî 15 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Kurdistan û Îranê bi rê ve çûne.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Duşemî 1ê Cozerdana 1402an a Rojî, di berdewamiya kombûnên nerizaytiyê li Kurdistan û Îranê, 15 kombûnên nerizayetiyê weke kombûna “malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li parêzgehên Çarmehal û Bextiyarî, Sîstan û Belûçistan, Xûzistan, Kirmaşan, parêzgeha Navendî, Îsfehan, Xurasan, Îlam, Hemedan, û Gîlan” li ber deriyê îdareya Muxabiratê ya wan bajaran bi rê ve çûye.

Herwisa kombûna nerizayetiya malxwariyên “Ramek Xudiro” li hember avahiya Wezareya Pîşe û Bazirganiya Tehranê, kedkarên beşa teknîkî ya rêya hesin a bajarê Qum li ber deriya avahiya bajarvaniya vî bajarî kom bûn û herwisa kedkarên kangeha kevira hesin ya “Çadirmilû” li parêzgeha Yezid jî kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Ji aliyek dinê ve, kedkarên kompaniya “Cehan Paris” li pêtrokîmiya “Sedef” bi nişana nerizayetiyê li derheq kêmbûna heqdestên xwe bi awayekî giştî man girtin.