Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metiyo Mîlêr: “Nabe ti car Komara Îslamî ya Îranê çeka navkê bi dest bîne”.

11:50 - 23 Gulan 2023

Berdevkê nû yê Wezareta Derve ya Amerîkayê di yekem civîna rojnamevaniya xwe de ragihand, ku bi ti awayekê nabe rejîma Îranê çeka navkî bi dest xwe ve bîne.

Berdevkê nû yê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Metiyo Mîlêr” di yekemîn civîna rojamevaniya xwe de ragihand, tişta herî girîng ya ji bo dewleta Co Baydin ew e ku bi ti awayekê nabe Komara Îslamî çeka navkî bi dest xwe ve bîne, bi bawera me ya berê û niha, dîplomasî baştirîn rê bo gihîştin bi vê armancê ye, lê me heta niha ti pêşkevtinek bo vê yekê ji dewleta Îranê li deverê de nedîtiye”.

Herwisa navbirî li derheq berfirehtirbûna pêwendiyên di navbera Îran û Erebistanê û destnîşankirina balyozên nû yên wan du welatan de got: “Min ti hizrek li derheq destnîşankirina balyozên nû nîne, ew mijarek e ku di navbera Îranê û Erebistanê de ye û her wekî me berê jî gotiye, em pêşewazî ji berdewamiya lihevkirinên li deverê dikin û eger lihevkirinên wiha dîplomatîk bikare çalakiyên xirab û alozker ên Îranê li deverê sînordar bike, helbet emê piştevaniyê ji wan cure lihevkirinan bikin”.