Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdeyî 10 welatiyên Kurd li bajarên Makû, Xoye, Şût û Çaldiranê hatine kuştin

11:05 - 24 Gulan 2023

Aliyê kêm 10 welatiyên Kurd di heyama du hefteyên borî de li bajarên Makû, Şût, Xoyê û Çaldiranê bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê hatine kuştin ku heta niha nasnameya du kes ji wan hatiye zanîn.

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê di raporekê de perde li ser wê karesata mirovî li wan bajaran vêdebiriye û daye zanîn: “Roja Înê 29ê Banemera 1402 a Rojî, welatiyek Kurd yê bi navê “Fexredîn Îsazade” yê xelkê gundê “Yarmiq” ê ser bi bajarê Makûyê û welatiyek din ku nasnameya wî rohn nîne, li gundê “Kişmiş Tepe” ê vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin”.

Herwisa Hengawê ragihandiye: “Roja Pêncşemî 21ê Banemarê jî, welatiyek Kurd yê bi navê “Mehmûd Abest” û du welatiyên din ên Kurd li derdora gundê “Qizil Erix” ê ser bi bajarê Makûyê bi teqeya hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin.

Hevdem, li nêzî bexşa “Yolageldî” a ser bi bajarê Şûtê, sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine gulebarankirin û hêzên Spahê termê wan bi xwe re birine. Nasnameya yek ji wan bi navê “Resûl Xelikanlû” hatiye zanîn.

Hengawê ragihandiye: “Di heyama 10 rojan de aliyê kêm sê welatiyên din yên Kurd li nêzî bajaroka “Avacîq” a ser bi bajarê Çaldiranê bi gullereşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin.

Hengawê di berdewamiya rapora xwe de gotiye: “Zêdetir ji 30 kes di bajarên Makû, Çaldiran, Yolageldî û Bazirganê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin ku nasnameya yek ji wan kesan ê bi navê “Mûsa Celalî” hatiye eşkerekirin.

Malbata kesên hatinî kuştin, serdana binkeyên Spaha Pasdaran kirine, lê rastî lêdan û gefxwarina hêzên Spahê hatine. Spaha Pasdaran ti rohnkariyek nedaye wan malbatan û gef ji wan xwariye û bi bê şermane û hebûna ti belgeyekê gotine, me zarokên we nekuştine û qaçaxçiyan kuştine.

Heta niha termê wan kesan bi malbatanên wan re nehatiye dan û ti kes û berpirek rejîmê jî li pey wê meselê nakeve.