Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Armanca rejîma Îranê ji bidarvekirin û birêvebirina dadgehên şanoyî, serkuta dijberan e

11:26 - 24 Gulan 2023

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, li derheq birêveçûna dadgehîkirina 2 jinên rojnamevan li Îranê, gotiye ku armanca bingehîn a Îranê ji bidarvekirin û dadgehîkirinên şanoyî, serkuta nerizayetiyan e.

Roja Sêşemî 2ê Cozerdanê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Metiyo Mîlêr” li derheq dadgehîkirin û tohmetên sepandî li ser 2 rojnamevanên binçavkirî yên bi navên “Nîlûfer Hamidî û Îlahe Mihemedî” ji aliyê rejîmê ve gotiye: “Bidarvekirin û şanoya dadgehîkirinê, beşa bingehîn a hewla rejîma Îranê bo serkuta her cure dijayetîkirinekê ye”.

Herwisa navbirî li derheq zêdebûna rêjeya bidarvekirinan li Îranê got: “Em nigeranê şêwaza mifahvergirtina Îranê ji bidarvekirinan in, her wekî min bas kir ew dadgehîkirinane şanoyî ne”.

“Metiyo Mîlêr” bi tekezî gotiye: “Em carek din her wek çendîn carên berê, daxwaz ji rejîma Îranê dikin ku binçavkirinên xweserane û dadgehîkirinên şanoyî bisekinîne û dest ji bêparkirina xelkê Îranê ji azadiyên bingehîn ên wan ku hêjayê wan e, hilgire”.

Hêjayê gotinê ye ku Nîlûfer Hamidî ku nûçegihana rojnameya “Şerq” û Îlahe Mihemedî” nûçegihana rojnameya “Hem Mîhen” e, bi sedema belavkirina rapor li derheq şehîdbûn û bi axsipartina “Jîna Emînî, li rojên destpêkî yên xwenîşandanên seranserî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û heta niha jî di girtîgehê de n