Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyeteke komîteya PDKÎ li rojavaya Kanadayê li kombûna wezîra derve ya vî welatî

11:31 - 24 Gulan 2023

Heyeteke Komîteya Hizba Demokrat li rojavayê Kanadayê, di kombûna wezîra derve ya Kanadayê de ku taybet bi pirsa Îranê û şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bû, beşdarî kir.

Roja Sêşemî 2ê Cozerdana 1402 a Rojî, heyeteke Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li rojavayê Kanadayê ku pêk hatibû ji “Smaîl Îbrahîmî, Berpirsê Pêwendiyên Navdewletî yên Komîteya Hizbê û “Kiyûmers Beygî”, Berpirsê Ragihandina Komîteya Hizbê, bi banghêjiya fermî, di kombûna wezîra derve û çendîn endamê parlemanê li Partiya Lîbral, beşdarî kirin.

Di wê kombûnê de, “Mîlanî Colî”, Wezîra Derve ya Kanadayê û “Conatan Wîlkenson” Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û sê endamên parlemana Kanadayê, behsk li ser hewlên dewleta Kanadayê bo piştevanî ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî” û givaşên ser rejîma Tehranê li asta navxweyî û navnetewî de, pêşkêş kir.

Di berdewamiya wê kombûnê de, Simayîl Îbrahîmî, tevî îşrekirin bi siyaseta têkdan û terorîstî ya Komara Îslamî û Spaha Pasdaran, behsek li ser êrîşa terorîstî ya Spaha Pasdaran bo ser binke û bargehên Hizba Demokrat û hêzên Kurdistnî li Başûrê Kurdistanê kir ku heta bi mûşek û dron êrîşê ser dibistana destpêkî ya zarokan kir.

Navbirî nehsa vê yekê kir ku daxwaza bi terorîstnaskirina Spaha Pasdaran di niha de daxwazeke netewî, navçeyî û navnetewî ye û bi hemû pîverên siyasî û yasayiyan ve, ew rêkxirawa dijî mirovî divê bixine nav lîsteya reş ya Kanadayê de, bi taybet biryara taybet ya Dadgeha Berlînê derheq bi terora rêberên gelê Kurd û Hizba Demokrat, bi rohnî hemû rayedarên rejîmê bi tawanbar nas kiriye û pêwîst e dewleta Kanadayê di vê pêwendiyê de biryara dawî bide.