Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê Avdananê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

11:37 - 24 Gulan 2023

Welatiyekî xelkê gundê “Seravbax” ê ser bi bajarê Avdananê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li qaraca Ehwazê hate binçavkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Çaw News”, roja Duşemî 1ê Cozerdana 1402 a Rojî, “Nasir Rizayî” yê xelkê gundê “Seravbax” ê ser bi bajarê “Avdanan”ê, bê hebûna ti belgeyeke yasyî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li qaraca Ehwazê de hate binçavkirin û bo girtîgeha Îtilaat a rejîmê li bajarê Dêhloranê hate veguhastin.

Herwisa “Çaw News”ê daye zanîn, ku “Nasir Rizayî”, roja Sêşemî 2ê Cozerdanê ji girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Dêhloranê bo dadgeha rejîmê li vî bajarî hatibû veguhastin û piştî derbasbûna çend demjimêran bo girtîgeha Îtilaatê hatibû zivirandin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd de, li berdest nîne.