Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera nûciwanekî Kurd li “Kanûna Îslah û Terbiyet” a rejîma Îranê li bajarê Urmiyê nerohn e

10:49 - 1 Gulan 2023

“Îhsan Mihemedî” yê temen 16 salî û xelkê bajarê Şinoyê, ji dema binçavkirinê ji aliyê rejîmê ve heta niha qedera wî rohn nîne.

Pêka rapora “Çaw News”ê, nûciwanekî temen 16 salî yê bi navê “Îhsan Mihemedî”, xelkê “Emîrabad” ê ser bi bajarê “Şino”yê, qedera wî li “Kanûna Îslah û Terbiyet” a rejîma Îranê li bajarê Urmiyê, rohn nîne. Ew nûciwane heta niha, ji mafê pêregihîştin bi parêzer bepar bûye.

“Îhsan Mihemedî” li 21ê Rezbera 1401 a Rojî bo îdareya “Îtilaat” a rejîmê li bajarê “Şino”yê hatibû banghêjkirin û piştre hate binçavkirin. Ew nûciwane piştî lêpirsînê bo girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û di heyama lêpirsînê de hatibû îşkencekirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq tohmetên hatinî sepandî bi ser navbirî de, ti zanyariyek ber dest nîne.