Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Nîsana 2023an de 31 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin

09:41 - 3 Gulan 2023

Ajansa Mafê Mirovî ya "Hengaw"ê di raporke amarî de belav kiriye ku di meha Nîsana 2023an de, aliyê kêm 31 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tohmetên "çalakiyên siyasî, medenî û sendîkayî" hatine girtin.

Pêka wê amara Henagwê, 22 welatiyên Kurd bi tohemtên "çalakiyên siyasî û hevkarîkirin digel hizbên Kurdî" 2 welatî bi tohmeta "çalakiyên olî" û welatiyek Kurd jî bi tohmeta "çalakiyên medenî", ji aliyê navendên hikûmî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hengawê ragihandiye, di meha borî ya Zahînî de 3 çalakvanên jin, nûciwanek bin 18 saliyê, 2 mamosteyên dibistanan, 2 pizîşk û xwendekarek di Rojhilatê Kurdistanê de, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Wê navenda mafê mirovî pêka parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wiha nivîsiye: Li parêzgeha Urmiyê 22 kes hatine girtin. Li parêzgeha Sinê 6 kes, parêzgeha Îlam kesek û di navçeyên din yên Îranê de jî, 2 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîmê ve hatine girtin.