Di berdewamiya girtina bi kom a welatiyên Kurd ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve, duh roja Sêşemî, welatiyekî Kurd ê xelkê gundê “Nîyer” ê ser bi bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin.
Roja Sêşemî 2ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şêrko Mînberî”, yê kurê Şîrvan û xelkê gundê Nîyer ê ser bi bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û bo cihek nexuya hate veguhastin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê daye zanîn, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi bê hebûna belgên yasayî ev welatiyê Kurd binçav kirine.
Heta deam belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên hatinî sepandin bi ser navbirî de ti zaniyariyek ber dest nîne.