Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê girtîgehê û qedexebûna lixwekirina kincên melatiyê bi ser mamosteyekî olî de hate sepandin

16:26 - 24 Gulan 2023

Mamosteyê olî yê Kurd, “Ebdulcebar Lotfî”, ku banghêjiya Dadgeha Taybet a Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê ji bo wî hatibû, îro roja Çarşemî ji aliyê dadgeha han ve cezayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin.

Roja Çarşemî 3ê Cozerdanê, mamosteyê olî yê Kurd “Ebdulcebar Lotfî”, mamoste û pêşnimêjê mizgevta “Cami`ê Êrşad” a Sinê, ji aliyê Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li bajarê Hemedanê, bi 7 meh û nîm girtîgeha teizîrî, 74 derbên qamçiyan û qedexebûna lixwekirina kincê melatiyê bi ser de hate sepandin.

Dadgeha rejîmê tohmetên wek “propagende li dijî rejîmê û xapandina hizira giştî”, bi ser wî mamosteyê olî yê Kurd de sepandiye.

Mamoste “Ebdulcebar Lotfî”, li Sermaweza 1401an jî, bi sedema piştevanîkirin ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatibû gazîkirin.