xelkê li parêzgehên “Kirmaşan, Xûzistan, Tehran, Fars û Îsfehan”ê, li derheq pêranegihîştin û guhnedana berpirsan û herwisa derheq daxwaziyên xwe kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Çarşemî 3ê Cozerdanê, hejmarek ji xelkê gundê “Hinîder” ê ser bi bajarê “Serpila Zehaw”a Kirmaşanê, li derheq daxistina rê û têkdana averoya ava gundê xwe, li ber deriyê fermandariya “Serpila Zehaw”ê kombûneke nerizayetiyê li dar xistin û bi hilgirtina pilakardan daxwa çêkirina rê û vekirina kanala ava gundê xwe kirin.
Herwisa li berdewamiya kombûna malnişînkiriyên saziya “Dabînkirina Civakî” li parêzgeha Xûzistanê, malnişînkiriyan li derheq rewşa trajîk a jiyana xwe û guhnedana berpirsan bi pirsgirêk û daxwaziyên wan û herwisa nîşandana nerizayetiya xwe li hember binçavkirina parêzera manlnişînkiriyên saziya “Dabînkirina Civakî” ya bi navê “Ferzanê Zîlabî”, li ser şeqaman xwenîşandan kirin.
Li bajarê Tehranê jî, kombûna nerizayetî ya malbatên girtiyan li ber deriyê avahiya binav Wezareta Dad a rejîma Îranê berdewam e, û hêzên serkutker ên rejîma Îranê bo serkuta wan malbatan, hejmareke zêde ji wan kutan û çendîn kes jî binçav kirine, malbatên girtiyan daxwaza sekinandina cezayê bidarvekirina zarokên xwe dikin û rejîma serkut û teror a rejîma Îranê bi hovanetirîn şêwazê digel wan reftarê dike.
Herwisa bi 10an kes ji kedkarên kompaniya “Qendê Memesenî” ya bajarê “Rostem” li parêzgeha “Fars”ê jî, bi sedema paremana 5 saleya heqdestên xwe, xwenîşandan kirin, û bi hilgirtina pilakardan li ber deriyê kompaniya “Qend a Memesenî”yê xwenîşandan kirin, hêjayê gotinê ye ku ew kompaniye zêdetir ji 5 sal e ku hatiye daxistin û kar di vê kompaniyê de hatiye rawestan.
Li bajarê Îsfehanê jî, xwediyên kamiyonên barhilgir kombûna nerizayertiya xwe li sêhemîn rojê de berdewam kirin û daxwaza pêregihîştina berpirsan bi rewşa xirab a jiyan, heqdestê kêm, bilindbûna nirxa pêregihîştin bi kamiyonan û bilindbûna nirxa hewcehiyan kirine ku piştî derbasbûna 3 rojan, berpirsên rejîma Îranê ti bersivek bi wan re nedane.