Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizba Demokrat li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

10:13 - 25 Gulan 2023

Endamekî Hizba Demokrat ê bi navê “Celal Îlmî” li devera “Nazî” a ser bi bajarê Urmiyê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Endamê dêrîn ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, xwedêjêrazî “Celal Îlmî” yê xelkê gundê “Yorqanliya Cinêzê”, li devera “Nazî” ya ser bi bajarê Urmiyê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir; navbirî piştî ragihandina xebata eşkere ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji destpêka şoreşa gelan li Îranê, bû bi endamê Hiza Demokrat û hemû erk û pêsipartiyên Hizbê bi dilsoziyê ve cî bi cî kirin.

“Celal Îlmî” di eslê xwe de, xelkê gundê “Hespistan”ê ye, lê piştî kavilkirina gundê wan ji aliyê hêzên dagîrker ên rejîma Îranê ve, ew neçar man ji gundê xwe derkevin; rejîma Îranê ji ber ku xelkê gundê Hespistanê bi tevahî li xizmeta pêşmergan de bûn bi yekcarî malên wî gundî herifand û heta malek jî nehişt.

Termê xwedêjêrazî bi beşdariya xelkê devera Naziyê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata “Celal Îlmî” û xwe şerîkê xema wan dizane.