Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îslamî ya ser bi rejîma Îranê li Birîtaniyayê hate daxistin

10:47 - 25 Gulan 2023

Navenda Îslamî ya ser bi rejîma Îranê li Îngilîsê, roja Çarşemî 3ê Cozerdanê di agehiyekê de daye zanîn, heta agehdarkirina dawî hatiye daxistin.

Navenda Îslamî ya ser bi rejîma Îranê li Birîtaniyayê behsa sedema girtina vê saziyê nekiriye û li daxuyaniya ku li ser deriyê vê navendê hatiye danîn, wiha hatiye nivîsîn: “Ji ber şert û mercên taybet hemû bernameyên çandî û perwerdehiyê yên vê navendê tevî du`ayên heftane û nimêja cimaetê heta daxuyaniyeke din bi rê ve naçin”.

Malpera “Dîdibanê Îran”, diyarî kiriye ku heyeta ewlehiya vê navendê ji aliyê Komîsyona Xêrxwaziya Birîtaniyayê ve hatibû derxistin.

Li gorî hin çavkaniyên nûçeyan, çendîn saziyên din ên Îslamî ji wan “Darul-Quran El-Kerîm, Encumena Ciwanên El-Fecir û Saziya Lêkolînên Îslamî” ji jêrkomên Navenda Îslamî ya Birîtaniyayê têne hesibandin û li Brîtanyayê kar û çalakî dikin û ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ne.

Navenda Îslamî ya Brîtanyayê ku yek ji navendên propagandaya şîeyan li Birîtaniyayê ye, di sala 1377an de hatiye damezrandin û “Haşim Mûsewî” nûnerê rêberê Komara Îslamî ya Îranê ji sala 1397an ve serokatiya wê girtiye situyê xwe.