Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Viladîmîr Zêlênskî daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku şandina dironan bo Rûsiyê bisekinîne

10:59 - 25 Gulan 2023

Serkomarê Ukraynê “Vladîmîr Zêlênskî” roja Sêşemî 3ê Cozerdanê, di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji hemû xelkê Îranê kiriye ku bo evê ku nekevine beşa “tariya dîrokê”, bandorê li ser biryarên rejîma Îranê bo şandina dironan bo Rûsiyê danên û nebin bi hevkarê teror û sama Rûsiyê.

“Vladîmîr Zêlênskî” di vê peyamê de gotiye: “Dironên cura Şahid ku di Îranê de têne berhemanîn, roleke bingehîn li êrîşên Rusiyê bo ser bajaran û jêrxanên medenî yên Ukraynê de hene û xaniyên xelkê medenî, xwendingeh, nexweşxane, dêr, vizegeh, bazar û heta navendên dabeşkirina alîkariyên mirovî û rawestingehên otobûsê jî li Ukraynê bûne armanca dironên Îranê”.

Herwisa Serkomarê Ukraynê îşare kiriye, ku Rûsiye bi dironên rejîma Îranê tirs xistiye nav xelkê Ukraynê û ew bi vê wateyê ye ku xelkê Îranê zêdetir û zêdetir bo aliyê tarîtiya dîrokê ve tê paldan.

Pêka gotina “Vladêmîr Zêlênskî” hezar û 160 dironên Îranê li şerê Rûsiyê digel Ukraynê de hatine bikaranîn ku zêdetir ji 900 dironan ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Ukraynê ve hatine teqandin.