Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê ji dana murexesiyê bi Suida Xedîrzade re hate girtin

11:21 - 25 Gulan 2023

Îdareya Îtilaata rejîmê li Pîranşarê û şikayetkerên dosiyeya Suida Xedîrzade rê ji çûna wê bo murexesiyê li girtîgeha bajarê Urmiyê girtin.

Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja 4 Cozerdanê li derheq redkirina îzina murexesiyê bi “Suida Xedîrzade” girtiya siyasî ya Kurd re ragihandiye, ku îdareya Îtilaatê ya rejîmê li bajarê “Pîranşar”ê û herwisa şikayetkerên dosiyeya wê rê nedane ku navbirî biçe murexesiyê.

Hatiye zanîn, dadgehê îzna çûn bo murexesiyê bi barimteya 3 miliyard Tumenî dabû bi navbirî, û malbata Sidayê ew barimte dabîn kiribûn, lê piştî heyamekê Îtilaata rejîmê li bajarê Pîranşarê û şikayetkerên dosiyeya navbirî rê nedan ku “Suida Xedîrzade” here murexesiyê û digel biriyara dadgehê dijayetî kirin.

Herwisa “Kurdpa”yê ragihandiye, ku şikayetkerên dosiyeyê Suidayî û bi taybet yê bi navê “Murad Pîrûtîniya” kurê “Xizir Pîrûtîniya” endamê Spaha Padsaran ku roja Sêşemî 13ê Rezbera 1400an hatibû kuştin, ji dadgehê daxwaz kirine ku cezayên giran bi ser “Suida Xedîrzade”de bisepînin û herwisa îtilaat û şikayetkerên dosiyeyê nirxa barimteya hewce bona dana murexesiyê ji 3 miliyard Tumenan zêde kirine bi 5 miliyard Tumen.

“Suida Xedîrzade” ji aliyê Dadgeha Kêyferî ya rejîmê li bajarê “Mihabad”ê bi 12 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan û heta niha 2 caran daxwaza murexesiyê kiriye, lê her car ji aliyê navendên pêwendîdar ve hatiye redkirin.

Hêjayê gotinê ye ku “Suida Xedîrzade” digel zarokê xwe yê 11 mehî ku li girtîgrhê ji dayîk bûye di girtîgehê de ne.