Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama kêmtir ji salekê de zêdetir ji 40 mamoste li parêzgeha Sinê hatine binçavkirin

12:15 - 25 Gulan 2023

Mamosteyên Kurdistanê ragihandine, ku îdareya “Perwerde û Hinkarî” li Kurdistanê, yek ji taltirîn û nexweştirîn dewrên xwe ezmûn dike.

Roja Çarşemî 3ê Cozerdana 1402 a Rojî, Sendîkaya Mamosteyên Kurdistan (Sine-Kelaterzan) bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand, ku îdareya Perwerde û Hînkarî ya Kurdistanê, yek ji taltirîn û nexweştirîn dewrên xwe dibîne.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye, di heyama kêmtir ji salekê de zêdetir ji 40 mamoste li parêzgeha Sinê hatine girtin û ji bo girtîgehan hatine veguhastin û di niha de bi dehan mamosteyên din bi Desteya Binpêkirinan a Perwerdeyê hatin destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku mamostayên Kurdistanê di şoreşa Jînayê de tevlî dengê xelkê bêzarbûyî yên Kurdistanê bûn, Heraseta Îdareya Perwerde û Hînkariyê û hêzên din ên ewlehî yên rejîmê mamosteyan bi tometên cur bi cur binçav dikin û di hin dosiyeyên sexte de wan ji bo girtîgehê dişînin.