Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd di encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê birîndar bû

10:22 - 3 Gulan 2023

Roja Duşemî 11ê Banemera 1402 a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Xulam Mehmûdiyan” ê xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê “Kileber”a Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberî kirine.

“Xulam Mehmûdiyan” bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Pêka amarên Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, li sala 1401 a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê 29 kolber hatine kuştin û 196 kolber jî hatine birîndarkirin. 

Ew amare pêka haletên tomarkirî li Navenda Amarî ya “Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpa”yê hatiye belavkirin û renge amara serast a kuştin û birîndarkirina kolberan li Rojhilatê Kurdistanê ji vê rêjeyê zêdetir be.