Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Pêwendiyên Derve ya Hizbê li welatê Almanê, di salyada avakirina Partiya Sosiyal-Demokratê de

15:13 - 25 Gulan 2023

Cihgirê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKÎ li welatê Almanê, li ser banghêjiya fermî ya Partiya Sosiyal-Demokrat a vî welatî, di sê rojan de li 160emîn salvegera avakirina vê partiyê de beşdarî kir.

“Mistefa Qazîzade”, Cihgirê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKÎ li welatê Almanê, di heyama sê rojan de beşdarî li salvegera avakirina Partiya Sosiyal-Demokrat li welatê Almanê kir ku roja duyê, rêûresm hatibû terxankirin bo dana xelata “Agost Bêbil” bi “Feraniz Muntefêrîng” kesayetiyê navbang yê vê Hizbê.

Ev xelate her sal bi wan kesan re tê dan ku xizmetên zêde û berçav bi mijarên civakî kirine û bandorek zêde xistine ser baştirkirina xizmetguzariyên civakî.

Roja Sêyem a rêûresimê hatibû terxankirin bo pirisên taybet bi şerê Ukraynê.

Mistefa Qazîzade digel xatûn “Nansî Fîzer” Wezîra Navxwe ya Almanê û xatûn “Gabrêyîl Haynrîx” Parlemantara vî welatî li ser rola rejîma Îranê di şerê Ukraynê de basek pêkêş kirin û daxwaz kirin ku Spaha Pasdaran weke saziyek terorîstî nas bikin.