Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esedullah Esedî diplomat_terorîstê rejîma Îranê hate berdan

11:08 - 27 Gulan 2023

Esedullah Esedî dîplomat_terorîstê rejîma Îranê ku bi tawana danîna bombekê li hola kombûna dijberên rejîma Îranê li Parîsê hatibû girtin, hate azadkirin.
 
Roja Înê 5ê Cozerdana 1402an a Rojî, pêka rêkevtinekê ku di navbera welatê Îran û Bêljîkê li derheq guherîna binçavkiriyan hatibû kirin, Esedullah Esedî dîplomat_terorîstê rejîma Îranê ku li dadgehekî welatê Bêljîkê de bi 20 sal girtîgeh hatibû cezadan, hate azadkirin û zivirî bo Îranê.
 
Piştî wajokirina rêkevtinameya guherîna du girtiyên her du welatan de, Wezareta Derve ya welatê Omanê navbeynçîtiya guherîna her du girtiyan kişandibû situyê xwe.
 
Elêksandêr Dîkro, Serokwezîrê welatê Bêljîkê di vê derheqê de ragihandiye, ku Îran “Elîyûye Wêndkastêl” pêrsonêlê beşa havkariyên Bêljîkê azad kiriye.
 
Esedulla Esedî bi tawana danîna bombekê li hola kombûna dijberê rejîmê, bi 20 sal girtîgeh hatibû cezadan, ji akiyek dinê ve rejîmê bi binçavkirina “Elîyûye Wêndkastêl” bi tohmeta sîxûrîkirin û hevkarîkirin digel Amerîkayê û herwisa qaçaxîkirin û sipîkirina pere, 28 sal girtîgeh bi ser navbirî de sepandibû.

Hêjayê gortinê ye ku tevî daxwazîkirina civaka cîhanî bo neguhirîna dîplomat_terorîstê rejîma Îranê “Esedullah Esedî” û herwisa givaşên zêde yên navend û saziyên mafê mirovî bo ser welatê Bêljîkê, lê ji aliyê vî welatî ve, ew dîplomat terorîst hate azadkirin.