Endam û alîgirên PDKÎ li devera Bokanê, bi nivîsandina dirûşim û bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û anînaxwarê ya alaya rejîma Îranê li ser xwandingehan çalakiyên berfireh yên banghêjiyê lidar xistin.
Pêka girte vîdyoyên ku ji bo tora medyayî ya “Kurd Channel”ê hatine şandin, şeva Pêncşemî li ser Înê 5ê Cozerdana 1402an a Rojî, endam û alîgirên dilsoz yên PDKÎ li devera Bokanê, bi nivîsandina dirûşmên “bijî PDKΔ û belavkirina wêneyên şehîdan, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Herwisa Endam û alîgirên biwêr yên PDKÎ bi anînaxwarê ya alaya rejîma Îranê li ser xwandingehan û bilindkirina alaya Kurdistanê peymana wefadariyê digel hemû şehîdên nîştimanê nû kirin.
Ji aliyeke dinê ve, endmên Hizbê li gundê “Daşbend” yê girêdayî bajarê “Bokan”ê bi lidarxistina çalakiyan carek din piştevaniya xwe ji PDKÎ re dane nîşandan.