Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Newsûdê kolberek bi sedema rawestana dil, canê xwe ji dest da

11:43 - 27 Gulan 2023

Kolberekî xelkê gundê “Sipiyaw” yê ser bi navçeya Bayinganê yê bi navê “Selam Îsmaîlpûr”, bi sedema rawestana dil di dema kolberiyê de, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora saziyên mafê mirovî, roja Pêncşemî 4ê Cozerdanê, kolberekî Kurd yê xelkê gundê “Sipiyaw” yê ser bi Bayingana bajarê Pawê, yê bi navê “Selam Îsmaîlpûr”, di dema kolberiyê de bi sedema rawestana dal li ser sînorê Newsûdê canê xwe ji dest da.

Termê wî kolberê Kurd ji bo Pîzîşka Dad a rejîmê li bajarê Pawê hatiye veguhastin.

Her di wan rojên borî de jî, hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê, bi awayekî rasetrast kolber dane ber gulleyan û 7 kolberên xelkê Pawê hatine birîndarkirin.