Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurê şehîd “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê hatî darvekirin, bi çendîn sal girtîgehê hate sazadan

12:23 - 27 Gulan 2023

Fexredîn Îbrahîmî kurê şehîd “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Şinoyê yê hatî darvekirin, ji aliyê taya 113 a Dadgeha Keyferiya 2 a Beheştiya rejîmê li Urmiyê, salek girîgeha te`izîrî û 2 sal girtîgeha ragirtî (te`ilîqî) bi ser de hate sepandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di raporekê de daye zanîn: “Dadgeha rejîmê bi sedema şikandina şûşeya deriyê pasevaniya Dadgeha Pêdaçûnê ya rejîmê, ew hukme bi ser navbirî de sepandiye”.

Fexredîn Îbrahîmî roja Pêncşemî 25ê Reşeweya 1401 a Rojî, rojek beriya darvekirina bavê wî di girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin û roja Înê 26ê Reşemeya heman mehê bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Ew welatiyê Kurd, cardin roja Duşemî 14 Xakelêweya 1402 a Rojî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin ji bo lêpêçînê ji bo yek ji navendên ewlehî hatibû veguhastin.

Navbirî piştî lêpêçîn û azardanê ji aliyê hêzên rejîmê ve, li 15ê Xakelêweyê de, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Bavê Fexredîn, “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Şinoyê, 26ê Reşemeya 1401 a Rojî di girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê de ji aliyê celadên Tehranê ve hate darvekirin û rejîma Îranê termê navbirî radestî malbata navbirî nekirin û li cihek nexuya bi axê sipartin.