Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina malbata şehîdên serhildana Jînayê li bajarên Kurdistanê digel malbata Ferzad Kemanger

12:27 - 27 Gulan 2023

Komek ji malbatên şehîdên serhildana Jînayê û rêya rizgariya Kurdistanê li bajarên Sine, Dêwolan û Dîwanderê sardana malbata şehîd Ferzad Kemanger li bajarê Kamêranê kirin.

Roja Înê 5 Cozerdanê, komek ji malbatên şehîdên şoreşa Jînayê, sardana malbata şehîd “Ferzad Kemanger” kirin û yad û navê wî şehîd û şehîdên din yên Kurdistanê bilind ragirtin.

Di vê serdanê de digel rê û rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nû kirin û ragihandin ku rêya wan şehîdan hertim zindî ye.

“Ferzad Kemanger” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê, li sala 1389an a Rojî, tevî 4 rêhevalên xwe bi bê agehdariya malbat û parêzerê wan bi awayekî veşartî li girtîgeha Evînê hatine bidarvekitin.

Piştî derbasbûna 13 sal bi ser bidarvekirina “Ferzad Kemanger” û rêhevalên wî re, heta niha jî termên wan radestî malbatên wan nehatine kirin û heta nizanin ku tirba wan li kuderê ye.