Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansek li jêr navê “Peymannameya Lozanê Piştî 100 Salan” li Swîsê bi rê ve diçe

14:48 - 27 Gulan 2023

Şandeke Hizba Demokrat bi serperestiya Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ”Mistefa Hicrî”, di konferansekê de li jêr navê “Peymannameya Lozanê Piştî 100 Salan” beşdar e.

Roja Şemî 6ê Cozerdana 1402 a Rojî, bi beşdariya 10an kesayetiyên berçav ji her 4 aliyên Kurdistanê, konferansek li jêr navê “Peymannameya Lozanê Piştî 100 Salan” li bajarê Lozana Swîsê hatiye destpêkirin.

Biryar e ku ew konferanse 2 rojan berdewam be û di heyama wan 2 rojan de hejmarek ji kesayetiyên siyasî û akademîk ên Kurd û bîhanî gotarên xwe pêşkêş bikin.

Di vê konferansê de şanda Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî” beşdar e.

Biryar e ku di vê konferansê de, rêzdar “Mistefa Hicrî” digel “Mela Bextiyar” û “Huşyar Zêbarî”, gotarên xwe pêşkêş bikin.