Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navbera hêzên rejîma Îranê û hêzên Talibanê de rû da

14:51 - 27 Gulan 2023

Li ser sînorê wilayeta Nîmroz a Efxanistanê şer û pevçûnek dijwar di navbera hêzên rejîma Îranê û Talibanê de qewimî.

Îro Şemî 6ê Cozerdanê, di navbera hêzên pasevanên sînorî yên rejîma Îranê û hêzên Talîbanê li navçeya Kongê ya parêzgeha Nîmrozê şer û pevçûneke çekdarî rû da.

Di vî şerî de herdu aliyan bi çekên giran her du aliyên sînor kirine armanc û hin kanalên Telegramî yên ser bi Spaha Pasdaran dane zanîn, ku balafirxaneya bajarê Zerencê li welatê Efxanistanê ji aliyê Ertêşa Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye mûşekbarankirin.

Heta vê gavê ji xisarên canî ji her du aliyan nehatiye belavkirin. Lê hin kanalên Telegramî yên ser bi rejîma Îranê nivîsîne, ku ew şere dawî pê hatiye û rayedarên herdu aliyan di civînê de ne û hê jî sedemên çêbûna şer nizanin.

Hevdem îro danê sibê, “Hesen Kazimî Qomî” nûnerê taybet ê Serkomarê rejîma Îranê li bajarê Kabulê digel “Emîrxan Moteqî” Wezîrê Derve yê Talîbanê hevdîtinek pêk aniye û tê de li ser pirsên sînorî û destdirêjiyên rejîma Îranê gotûbêj kirine.

Heya niha sedema vê aloziyê nehatiye zanîn, lê piştî ku aloziya devkî di navbera rayedarên herdu welatan de li ser mafê ava Hîrmendê zêde bûye, şer û pevçûnên sînorî di navbera hêzên Talîban û Komara Îslamî de jî zêde bûne.