Mamoste Arman naskirî bi (Mihemed) Sadiqî, pêşnimêjê Mizgevta gundê Husêynî ya bajarê Dêhgolanê, ku di meşa şoreşa Jînayê de çendîn caran rastî azar û gefên hêzên rejîma Îranê hatibû, ji aliyê Dadgeha Taybeta Mamosteyan a rejîmê ve, cezayê qedexeya lixwekirina cilûbergên melatiyê, qamçî û girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê di raporekê de belav kiriye, pêşnimêjê gundê Husêynî yê bajarê Dêhgolanê, ji aliyê Dadgeha Taybeta Mamosteyan a rejîmê li Hemdanê, cezayê 7 meh û 15 roj girtîgeh, 74 qamçî û qedexeya lixwekirina kincên mamostatiyê bi ser de hate sepandin.
Hêjayî gotinê ye ku ev mamostayê Kurd çendîn caran di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de, binçavkirina berfireh a ciwanên xwenîşander ji aliyê saziyên rejîma Îranê ve rexne kiribû.