Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Osman Îsmaîlî bo Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Seqizê hate gazîkirin

10:53 - 28 Gulan 2023

Osman Îsmaîlî, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Seqizê careke din ji bo lêpêçînê bo Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Seqizê hat gazîkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpayê”, Osman Îsmaîlî çalakvanê kedkarî, pêka banghêjnameya ku dadgeha rejîmê jê re şandiye, divê navbirî roja 28ê Cozerdanê li Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Seqizê amade be û li derheq tohmetên bi ser de hatinî sepandin yên wekî “propaginde li dijî rejîmê û endambûn di yek ji partiyên dijberî rejîmê de” berevaniyê ji xwe bike.

Berê jî Osman Îsmaîlî ji aliyê taya 3 a Lêpirisa Dadgeha Giştî û Şoreşê ya rejîmê li bajarê Seqizê bi tohmetên “propaginde li dijî rejîmê û endam yek ji hizbên dijber yên rejîmê” hatibû tohmetbarkirin.

Roja Duşemî 28ê Xakelêweyê, “Osman Îsmaîlî” bi danîna barimteya 1 miliyard Tumenî bi awayekî demkî heta dema dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatibû azadkirin.