Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: “Em amade ne êrîş bikine ser Îranê”

11:00 - 28 Gulan 2023

Berpirsên payebilind ên ewlehiya Îsraîlê tevî ku ragihandine rejîma Îranê Uraniyoma %84 mehandiye, bi tekezî gotine ku ew amade ne êrîşa leşkerî bikine ser Îranê.

Belavoka “Îsraîl Hiyûm” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku berpirsên Îsraîlê li derheq meyandina Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %84 nigeran in û pêka wê raporê, berpirsên payebilind ên ewlehiya Îsraîlê ragiahndine ku ew, em amade ne di dema hewce de êrîşê ser rejîma Îranê bikin.

Pêka rapora “Îsraîl Hiyûm”, rejîma Îranê dê li demeke nêz de asta tîratiya meyandina Uraniyoma xwe bo asta %84 zêde bike.

Berpirsên Îsraîlê helsengandin kirine ku rejîma Îranê asta meyandina Uraniyoma xwe wek beşeke bernameya navkiya xwe zêde bike û huşdarîdanên vê dawiyê yên berpirsên Îsraîlê bi vê sedemê bûye.

Berê jî Fîzîkzanê Amerîka û berpirsê berê yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Dêywîd Albrayt”, li derheq bersiva rejîma Îranê bo peydabûna Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %84 li binkeyeke navkî de gotibû, ku bersiva Îranê  xapandina raya giştî ye û beranemya çêkirina kumikên navkî yên rejîma Îranê di sala 2003 a Zayînî de bo Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %90, hatiye darêtin.