Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî çendîn kombûnên nerizayetiyê li Îranê bi rê ve çûn

11:27 - 28 Gulan 2023

Îro roja Yekşemî û duh roja Şemî 6 û 7ê Cozerdanê, komek ji kêmendaman li ber desriyê meclîsa rejîmê, personelên şîrketa “Pola Madkûş” a Bender Ebasê li ber deriyê parêzgariya Hormozganê û herwisa hejmarek ji karkerên “Avahiya Teknîkî ya Rêya Hesinî ya Zencan”ê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Îro roja Yekşemî 7ê Cozerdanê, komek ji kêmendaman li hember avahiya meclîsa rejîmê, li dijî “5 sal derbasbûna yasaya kêmendaman û berçavnegirtina mafê kêmendaman di bernameya 7emîn a geşepêdana welat de” kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Duh roja Şemî 6ê Cozerdanê, hejmarek ji karkerên “Avahiya Teknîkî ya Rêyên Hesinî ya Zencanê” ya li bexşa Rêhesinî ya bakur-rojava ku di bin berpirsyariya şîrketeke peymankar de dixebitin, danê sibê li ber avahiya “Hewzeya Besîc a Xumeynî” kom bûn û li dijî nedana mûçeyê wan ê 3 mehan nerizayetiya xwe nîşan dan.

Personelên şîrketa “Pola Makûş” a Bender Ebasê jî, li ber deriyê parêzgariya Hormozganê kom bûn û derheq pêranegihîştina berpirsên pêwendîdar ên rejîmê bi daxwazkariyên wan û kêmbûna mûçe, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Kombûnên nerizayetiyê yên tex û qatên cuda ên civatgehê li dijî rejîmê çend hember bilind bûne û rojane aliyê kêm 5 kombûnên nerizayetiyê li Îran û Kurdistanê li djî rejîmê têne lidarxistin.