Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarxistina çalakiyên banghêjî li bajarên Kurdistanê

12:11 - 28 Gulan 2023

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên Selmas, Mihabad, Sunqur û Pîranşarê bi bilindkirina alaya Kurdistanê û belavkirina sirûda “Ey Reqîb” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Pêka wêne û vîdyoyên ku bo tora medyayî ya “Kurd Channel”ê hatine şandin, roja Înê 5ê Cozerdanê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarên Selmas, Mihabad, Pîranşar û Sunqurê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, wêneyên Dr. Qasimlo û logoya PDKÎ û belavkirina sirûda “Ey Reqîb” çalakyên banghêjiyê lidar xistin.

Endamên PDKÎ li gundê “Gube” ku li hember binkeya rejîmê ya “Çarsitûn” li devera “Şipîran” ya girêdayî bajarê “Selmas”ê ye, bi belavkirina wêneyên rêberê nemir şehîd Dr. Qasimlo û logoya Hizba Demokrat çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

Endamên dilsoz yên Hizba Demokrat li zanîngehên Azad û Peyam Nûr yên bajarê Bokanê roja Înê bi bilindkirina alaya Kurdistanê li ser çiyayê “Qelatê Şa” li bajarê Pîranşarê û belavkirina sirûda “Ey reqîb” peymana wefadariyê digel Hizba xwe wate Hizba Demokrat nû kirin.

Herwisa endam û alîgirên biwêr yên PDKÎ li bajarê “Sunqur” yê girêdayî bajarê Kirmaşanê bo piştevanî ji Hizba Demokrat bi çêkirina alaya Kurdistanê li ser çiyayê “Mîmun Dokanî” û li ser rêya hatûçûna xelkê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ji aliyeke dinê ve endam û alîgirên dilsoz yên Hizbê li devera Mihabadê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê li ser çiyayê “Ozinderê” yê Mengurayetiyê li bajarê Mihabadê, peymana wefadariyê digel PDKÎ dubare kirin.