Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li şerê di navbera rejîma Îran û Talibanê de 2 hêzên rejîma Îranê hatine kuştin

12:21 - 28 Gulan 2023

Di şer û aloziyên di navbera hêzên Talibanê û rejîma Îranê de 2 hêzên rejîmê li sînorê navbera wilayeta Nîmrûz a Efxanistan û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de ji aliyê hêzên Talibanê ve hatine kuştin.

Duh roja Şemî 6ê Banemerê, di encama şer û aloziyên di navbera hêzên rejîma Îranê û hêzên Talibanê li devera sînorî ya wilayeta Nîmrûz a Efxanistan û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 2 hêzên rejîma Îranê yên bi navên “Xalid Pencşîrî û Mihemedmehdî Ehmedî” hatine kuştin û du çekdarên din ên rejîmê jî birîndar bûn.

Di vê derheqê de Cihgirê Fermandeyê Giştî yê hêzên Întizamiya rejîmê “Qasim Rizayî” gotiye, ku hêzên Talibanê teqe li binkeya Sînorî ya “Sasûl”ê kirine û hêzên me bersiva wan dane, lê ji aliyekê dinê ve jî Wezareta Berevaniya Talibanê bi belavkirina “Twîtt”ekê ragihandiye, ku hêzên rejîma Îranê li devera sînorî ya wilayeta “Nîmrûz”ê dest bi teqeyê kirine ku bû sedema şer û pevçûnê.

Rejîma Îranê dixwaze bi çêkirina fitne û aloziyan, arîşe û pirsgirêkên navxwe û serhildana xelkê li dijî herifîna rejîmê veşêre û raya giştî pê bixapîne.