Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek li dijî cinayetên rejîma Îranê li welatê Kanadayê bi rê ve çû

12:42 - 28 Gulan 2023

Bi armanca şermezarkirina rejîma Îslamî ya Îranê û bi taybet şermezarkirina bidarvekirina azadîxwazan ji aliyê rejîma Îranê ve li Kurdistan û seranserê Îranê, li rojavayê welatê Kanadayê xwenîşandanek bi rê ve çû.

Roja Şemî 6ê Cozerdana 1402 a Rojî, li “Art Galêrî” ya bajarê “Venkovêr”ê li rojavayê Kanadayê, xwenîşandanek bi beşdariya hejmarek zêde ji Kurdistanî û neteweyên din ên Îranê yên rûniştiyê vî bajarî, bi hilgirtina wêneyên kesên bidarvekirî û şehîdên şoreşa “Jîna”yê, bi rê ve çû.

Di vê xwenîşandanê de, endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi alaya pîroz a Kurdistanê û hilgirtina wêneyên şehîdên Kurdistanê û bi sitrandina sirûdên Kurdî, di vê xwenîşandanê de bi awayekî çaklakane beşdarî kirin.

Ji destpêka şoreşa “Jîna”yê ve, Kurdistanî û neteweyên din ên Îranê li welatê Kanadayê, bi şêwazekî berdewam li welatê Kanadayê bo piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê û şermezarkrina cinayetên rejîma Îranê, li hemû rojên Şemiyê kom bûne û xwenîşandan lidar xistine û bala berpirsên vî welatî bo aliyê xwe rakîşandine.