Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin

12:43 - 28 Gulan 2023

Beşîr Nûrî, welatiyê xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.

Pêka raporên navendên mafê mirovî, 3ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê “Sinê” yê bi navê “Beşîr Nûrî” ji aliyê hêzên rejîmê ve li vî bajarî hate binçavkirin û bo îdareya Îtilaata rejîmê ya li bajarê Sinê hatiye veguhastin.

Beşîr Nûrî bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Navbirî roja Şemî 6ê Cozerdanê, di pêwendiyek telefonî digel malbata xwe ragihandibû, ku li girtîgeha îdareya Îtilaatê ya rejîmê li bajarê Sinê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin bi ser navbirî de ti zaniyariyek li ber dest nîne.