Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewra duyem a hilbijartina serkomariyê li Tirkiyê bi rê ve ye

15:08 - 28 Gulan 2023

Dengdana bo dewra duyem a hilbijartina serkomariya Tirkiyê demjimêr 8ê sibêdeha roja Yekşemî 7ê Cozerdanê li seranserê Tirkiyê dest pê kir.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, îro Yekşemî 7ê Cozerdanê, xelk bo dewra duyem a hilbijartina serkomariya Tirkiyê çûne ser sindoqên dengdanê, û dengdan demjimêr 8ê sibêdehê dest pê kiriye û pêka biryarên navenda hilbijartina Tirkiyê dê heta êvara roja Yekşemî berdewam be.

Di dewra duyem a hilbijartinê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 973 navçeyan û hezar û 94 desteyên hilbijartinên navçeyî zêdetir ji 191 hezar sindoqên dengdanê hatine danîn û li navxweyê Tirkiyê zêdetir ji 60 milyon kes dikarin dengê xwe bidin bi serkomar.

Her di dewra duyem de, 49 hezar û 958 kesên din bo yekem car mafê wan ê dengdanê heye. Li girtîgehan de jî 53 hezar û 172 hezar kes dikarin deng bidin.

Di wê hilbijartinê de, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur “Recep Tayîp Erdoxan” û berbijêrê Hevpeymaniya Millet “Kemal Kiliçdaroxlû” rikaberiyê dikin.

Di dewra yekem a hilbijartina serkomariya Tirkiyê de, “Recep Tayîp Erdoxan” %49.52ê ya dengan û berbijêrê Hevpeymaniya Millet “Kemal Kiliçdaroxlû” %44.88 a dengan û berbijêrê Hevpeymaniya Ata, “Sînan Oxan” jî %5.17ê ya dengan bi dest xistibû.

DI dewra yekem de ti berbijêrekî nekarî %50 +1 a dengan bi dest bixe, her lewma hilbijartina serkomariya Tirkiyê di navbera “Erdoxan û Kiliçdaroxlû” de bo dewra duyem pare mabû.