Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewambûna kombûnên nerizayetiyê li bajarên Kurdistan û Îranê

10:45 - 3 Gulan 2023

Di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî desthilata Komara Îslamî ya Îranê, roja derbasbûyî 19 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îran û Kurdistanê bi rê ve çûn.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê roja Sêşemî û Çarşemî 12 û 13ê Banemerê, di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî desthilata rejîma Îranê, 19 kombûnên nerizayetiyê yên weke kombûna Malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li hember avahiya kompaniya muxabiratê li bajarên Sine, Merîwan, Ehwaz, Erak, Şehrê Kurd, Bender Ebas, Îlam, Qeziwîn, Zahidan, Îsfehan, Şîraz, Kirmaşan, Tehran, Erdebîl û Kirmanê bi rê ve çûn.

Herwisa ji aliyeke dinê ve kêmendamên bajarê Tehranê li hember îdareya Şêwreya Bajarvaniya vî bajarî kom bûn û daxwaza mafên xwe kirin.

Her di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê de, komek ji xwandekarên zanîngeha Pîşeyî ya “Xwacê Nesîredîn Tûsî” li hevşa zanîngehê man girtin.

Li bajarên weke Tehran, Kerec û Îsfehanê ku kombûnên nerizateyiyê hebûn, hevwelatiyan li dijî rejîm û desthilata rejîmê dirûşim dan.