Malbatên şehîdên şoreşa “Jîna”yê bi çandina şitlên daran li ser tirba şehîdên vê şoreşê, yad û navê wan şehîdan bi bilindî ragirtin û soza emegnasî û wefadariya xwe digel rêbaza şehîdan dubare kirin.
Roja Yekşemî 7ê Cozerdana 1402 a Rojî, malbatên şehîdan “Şehriyar Mihemedî û Sipêhr E`izemî” bi çandina şitlên daran li ser tirba wan şehîdan, yad û navê wan şehîdan bi bilindî ragirtin û soza emegnasî û berdewamkirina rêya şehîdên xwe dubare kirin.
Li 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, û li meşa şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de hêzên serkutker ên rejîma Îranê li bajarê Bokanê, bi awayê rastersat teqe li “Şehriyar Mihemedî” kirin û ew her li wir şehîd bû.
Herwisa “Sipêhr E`izemî” yê xelkê bajarê “Sehne” yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, roja Sêşemî 15ê Sermaweza 1401 a Rojî, li dema birêveçûna çileya şehîd “Hedîs Necefî” de ku yek ji şehîdên şoreşa Jînayê ye, bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê bi dijwarî birîndar bibû û piştî heyamekê, li nexweşxaneyekê de li bajarê Kerecê, tevlî karwanê şehîdên şoreşa Jînayê bû.