Du welatiyên xelkê bajarê Mihabadê ku di meşa şoreşa “Jîna”yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin, cazayê 7 sal û 3 meh girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê, du welatiyên xelkê bajarê Mihabadê yên bi navên “Kamran Mu`iminî û Zahir Mu`iminî” ku bav û kur in û di meşa serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatbûne binçavkirin, ji aliyê dadgeha rejîmê ve her yek ji wan bi 7 sal û 3 meh girtîgehê hatine sizadan.
Hengawê ragihandiye, Taya 1 ya Dadgeha Şoreş ya rejîmê li bajarê Mihabadê, bi tohmetên “kombûn û çêkirina fitine”yê salek û 8 meh girtîgeh û “çêkirina narincekên destî” sê sal û 7 meh girtîgeh bi ser Kamran Mu`imînî yê temen 45 salî û kurê wî Zahir Mu`imînî yê temen 25 salî de sepandiye.
Hêjayê gotinê ye ku, di heyama 7 meh binçavkirina navbiriyan de ji aliyê rejîmê ve, ew ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibûne bêparkirin.